Li Wanê ji bo Roja Taştê ya Cîhanê amadehî bidawî bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê ji bo danasîna çanda taştê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" ku ya ewil di 2014an de hat lidarxistin, dê îsal bi festîvaleke were pîrozkirin.

Li Wanê 8 sal berê bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan v rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" hat bidestxistin. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) ya Wanê pêşengiya vê rekorê kiribû. Roja Taştê ya Cîhanê îsal di 5ê Hezîranê de tê pîrozkirin û ji bo çalakiyê amadehî bidawî bûn.

Ji ber ku du sal bûn covîd-19 hebû, ji ber tengavkirinên vê nexweşiyê tenê li ser medyaya civakî bi parvekirinên wêneyên taştê ev roj dihat pîrozkirin. Lê îsal tê plankirin ku li Parka Çandê ya Ataturk bi festîvaleke were pîrozkirin.

Di festîvalê de  sifreyên dûr û dirêj dê werin danîn. Bi hevakariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û TSOya Wanê li qada festîvalê çalakî dê werin lidarxistin.

Di taştêya Wanê de 20 cure berhemên wekî "penêrê pincarê", mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û "hingivê qereqovanê" hene.

TSOya Wanê ji bo taştêya Wanê bê tomarkirin û standartên wê bên diyarkirin, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkiyê (TPE) dabû û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitandibû.