Bi milyonan helale li parkan û cihên giştî hatin çandin

Stenbol (Rûdaw) - Bi hatina biharê re li Stenbolê werzê helaleyan jî destpêkir. Ji ber ku di dîroka bajêr de cih û wateyeke girîng a helaleyan heye, her sal festîvala helaleyan jî birê ve diçe. Lê îsal şaredariya bajêr ew çalakî ji festîvalê veguhest û weke cejn ragihand. Li park û mêrgên bajêr bi milyonan helale hatin çandin û bajar veguhezî bexçeyekî gul û helaleyan.

Li Stenbolê careke din werzê helaleyan e û park û bexçe û mêrgên bajer bi dehan corên helaleyan hatin xemilandin. Şêniyên bajêr û geştiyar bi coş û kelecan li nava xeml û rengîniya helaleyan digerin. Tevî ku salên çûyî weke festîval dihate pîrozkirin, îsal şaredariya Stenbolê çalakiyên helaleyan di bin banê ‘Cejna Helaleyan’de kom kir. Şaredar û protokola bajêr bi girîngîdayînek mezin çalakiyên vê cejnê dan destpêkirin.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dibêje: “Rêwitiyeke dûr û dirêj a helaleyan heye ji rojhilat heta dawiya rojava. Rêwitiyeke nuwaze ye û di heman demê de jî sembola dîrokê ye. Hêviya min ew e ku gul û kulîlk wiha koç bikin lê mirov neçarî koçê nebin û ji welatên xwe qut nebin. Hêviya me ew e ku gul û helale di heman demê de bibin nîşaneya aştiyê jî.”

Bi boneya cejna helaleyan li deverên cihê yên bajêr nêzikî 7 milyon û nîv helale hatin çandin ku ew ji 150 coran pêk tên. Bi taybetî li korûya Emîrganê û parka Goztepeyê rojane bi hezaran xelk bo dîtina vê xeml û ahenga helaleyan ji malên xwe derdikevin û berê xwe didin park û mêrgan.

Welatî Vahît Gokmen dibêje: “Demeke dirêj e ku ez li Stenbolê me lê dîtna wan îro bû qismet. Destê wan sax be ku wiha xemilandine. Ew kulîlkeke me ya netewî ye û gelekî baş e ku wiha jê xwedî derdikevin.”

Geştiyar Mihrîban Rozayeva jî got: “Ez bixwe ji Tirkimenîstanê me. Ev der gelekî xweşik e û ez gelekî kêfxweş im. Ez tevî hevjînê xwe lê digerim û bo herkesî jî pêşniyaz dikim.”

Welatî Cemîle Ozdemîr jî got: “Derdor gelekî xweşik bûye. Xweza ji xwe xweşik e. şaredariyê karekî gelekî baş kiriye ku em niha di nava vê xwezaya xweşik de digerin.”

Welatî Îsmaîl Tekîner wiha axivî: “Dema ku ez têm vir rihê min xweş dibe. Çav û dilê min vedibe. Salên dirêj in ez li Stenbolê me û bo dîtina vê rewresmê her sal tême. Hatina geştiyaran bo vê xemlê jî weke tirkekî min kêfxweş dike.”

Di çarçoveya cejna helaleyan de ku wê 4 rojan berdewam bike rêze çalakiyên hunerî û numayîşên rexs û hunerî jî birêve diçin. Bi boneya dîtina helaleyên reng bi reng her sal di van rojan de hejmareke zêde geştiyar jî seredana Stenbolê dikin. Bajar wê heta dawiya werzê helaleyan wiha  bi xeml û delaliya helaleyan xemilandî be.