Şerê Ukraynayê bandor li bazara postan a Kanadayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ray nêçîrvanekî xelkê Kanadayê ye, bi davê nêçîra ajelên kovî yên wek; gur, rovî û corên din dike û postên wan difroşe bazirganan daku di çêkirina cilûbergan de bên bikaranîn. Niha ji ber şerê Ukraynayê bazara postan kêm bûye, lê Ray li ser karê xwe berdewam e.

Ray Gall, Nêçîrvan-Kanada, dibêje, “Her dem pêdivî bi nêçîrvanan heye eger kirîn û firotin hebe yan nebe jî.”

Ev bazareke bajarê North Bay e ku 350 kîlometre dikeve bakurê bajarê Toronto yê Kanadayê, bihezaran post li vê derê hatine amadekirin bo mezadê (firotina eşkere) ku sê sal in ji ber Coronayê bi rêya online tê kirin.

Mark Downey, Rêveberê Mezada Postan, dibêje, “Niha şerê Rûsya û Ukraynayê li ber me bûye asteng, mişteriyên me yên mezin ji Yunan, Îtalya û Tirkiyê ne, rast e bazara wan welatan bo me girîng e, lê ew tenê postan ji me dikirin, çê dikin û piştre li bazarên Rûsya û Ukraynayê difroşin.”

Di berhemanîna postan de Kanada mezintirîn welatê cîhanê ye, dîroka wê vedigere 400 sal berî niha. Kanadayê di demsala 2019 -2020an de 415 hezar post bi bihayê 11 milyon dolarên Amerîkî firotibûn welatên derve.