Ji berfê 'bûkek' çêkirin û zêr pêve kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê esnafên najêr bûka berfê çêkirin û 350 gram zêr pê ve kirin.

Esnafên ku li Mûşê barîna berfê veguherandin şahiyê, 'bûka berfê' çêkirin. Zêrîngrên ku 350 gram zêrê bi 'bûka bi berfê'  ve kirin, wêne kişandin.

Barîna berfa ku li Mûşê ji aliyekê bandoreke neyînî li jiyana rojane dike û ji aliyekê ve jî dibe wesîleya şahiyê.

Li bajêr ku stûriya berfê gihîştiye 50 santîmetreyan dikandarên zêrfiroş ên di binê avahiya şaredariyê de  “bûka berfê" jçêkirin.

Bûka berfê bala kesên derdorê kişand. Zêrînger Ekrem Akdaş 'bûka berfê' bi gerdan û zengilên zêr xemiland.

Kesên ku 'bûka berfê' bi 350 gram zêrê 400 hezar lîreyî dîtin wêne kişandin.

Saîm Denîz wiha got: “Zêrînfiroşên me barîna berfê veguherandine şahiyê, ‘bûka berfê’ çêkirine. Li ser 'Bûka Berfê' zêdetirî 300 gram zêr ê kiribûn. Wan bi rastî barîna berfê veguherandin kêfê. Bûka berfê gelek ciwan çêbûye. Berf dereng hat lê xweş bû.”