Ajelên kovî li Wanê; lêgerîna xwarinê û metirsiya kuştinê

03-04-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Ajelên Kovî Lokman Aslan Navenda Parastina Ajelên Kovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ajelên kovî ku ji ber demsala zivistanê birçî dimînin, tên cihên nîştecihbûnê û rûbirûyê metirsiya kuştinê dibin.

Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kovî dibêje, hem di encama bûyerên trafîkê de û hem jî ji aliyê nêçîrvanan ve hejmareke zêde ajelên kovî tên kuştin.

Corên ajelên kovî yên li herêma Wanê

Lokman Aslan, Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngeha Wanê, dibêje,  “Ji ber guherîna keşûhewayê di xwezayê de ajelên kovî rûbirûyê birçîbûnê dibin û dadikevin nav gund û bajaran. Li vê derê gelek ajel dimrin an jî birîndar dibin.”

Li vê navendê bi taybetî ajelên wek kundê kor, hirç, beraz, werşeq û pezkovî ku birîndar bûne tên dermankirin.

Di salekê de 360 ajelên kovî hatin dermankirin

Lokman Aslan, Rêveberê Navenda Parastina Ajelên Kovî a Zanîngeha Wanê, dibêje, “Me îsal 13 kundên kor derman kirin, ji ber berfa zêde kund li gor salên borî zêdetir tên gundan û hem ji aliyê ajelên din û hem jî ji aliyê nêçîrvanan ve tên kuştin û birîndarkirin.”

Navenda Parastina Ajelên Kovî ser bi Zanîngeha Wanê berî 10 salan hatiye vekirin û odeyên wê yên neştergerî û rontgenê hene û sîstema herî pêşketî tê bikaranîn. Li gor amarên rêveberiya navendê sala 2021ê 360 ajelên kovî hatine dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst