Geştyarên Rûs û Ukraynî li ber xweşikahiya Sûrên Amedê sermest bûn

02-12-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serdana geştiyaran bo Sûra Amadê zêde bûye
Serdana geştiyaran bo Sûra Amadê zêde bûye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ev demeke ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derdora Sûrên Amedê paqij dike û restore dike. Piştî ku derdora Sûran ji malên bê plan hatin paqijkirin, bedewiya Sûran ji çar aliyan ve derkete holê. Sûrên Amedê bi dîmenên xwe yên nû bala geştiyaran jî dikişîne.

Li Amedê xebatên paqijkirina derdora Sûran ku beriya 6 mehan dest pê kiribû bi dawî dibin. Ev xebat ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin.

Piştî xebatên valakirin û paqijkirinê Sûrên Amedê bi xweşikahiya xwe dîmeneke bêhempa  derxiste holê. Vê yekê herî zêde jî kêfa acenteyên geşt û gûzariyê ango tûrîzmê anî.

Rêveberê Yekîtiya Acenteyên Tirkiyeyê (TURSAB) Serdar Baturay got: “Dema em berê xwe didin daneyan, em vê bandora nû dibînin. Li gorî salên berê di nava 10 mehên borî de rêjeya turîstên ku hatine Diyarbekirê ji sedî 25 zêde bûye.  Di nava 10 mehan de 885 hezar kes li otêlên Diyarbekirê mane. Ger em ên ku rojane serdanê dikin jî hesab bikin hejmara turîstan ji miloyekî derbas dike.

Bi nûjenkirina Sûran û xaniyên dîrokî yên nava Sûrê re qefleyên turîstên biyanî jî li ber çavan dikevin. Komeke Rûs û Ukraynî jî ku serdana Amede kirine, ew li ber xweşikahî û bedewiya Sûrên Amedê sermest bûne.

Geştiyara Ukraynî Lîza dibêje: “Amed bajarekî pir xweş e. Min gelek ji bircên wê, Sûrên wê gelek hez kir.”

Geştiyara Rûs Lutmîlla jî got: “Ez Sûra Amedê  pir dişibînim Sûra Çînê. Bi mezinbûna xwe, bi bêhempabûna xwe, bi dirêjahiya xwe, bi stûrbûna dîwarên xwe bêhempa ye. Ez sermest bûm.”

Geştiyara Rûs Veronîka jî got: “Sûr pir xweşik in. Bandoreke pir xweş li ser min çêkir. Divê herkes van Sûran bibîne.

Ne tenê geştiyarên biyanî geştiyarên navxweyî jî xebatên nûjenkirin û paqijkiran Sûran erênî dibînin.

Welatî Ayhan Amedî dibêje: “Amed jixwe xewş bû, xweştir jî bû.”

Geştiyar ji Bedlîsê Zafer Ariboga jî got: “Bila xilas bikin, bila paqij bikin, bila bi dawî bibe çêtire.”

Welatî Yûnis Atalay jî dibêje: “Pir xweş e. Em dixwazin hemû mêvanên xwe bînin van deran.”

Sûra Amedê ne tenê bi dirêjahî û bilindbûna xwe, bi 82 bircên xwe jî navdar e. Sûra Amedê bi baxçeyên xwe yên Hevselê re di nava mîrateya cîhanê ya UNESCO'yê de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst