Dildar Herkî: Ez zarokekî pir har û netebitî bûm

Hewlêr (Rûdaw)- Mirovekî hestyar û hestnazik e. Biçûktirîn dîmenê xemgîn giriyê wî tîne. Dildar Herkî beşê yasayê li Zanîngeha Mûsilê xilas kiriye, lê qet parêzerî nekiriye. Ew niha bêjerê nûçeyên siyasî yê kanala Rûdawê ye. Hinek caran bi çavên tije hêsir di studyoyê de tê dîtin. Dildar nihêniya vê amadebûna xwe bo girî di vê hevpeyvîna kurt bi rojnameya Rûdawê re eşkere dike.

 

Rûdaw: Tu wek bêjerekî hestnazik tê naskirin. Di zaroktiya xwe de jî, tu wiha hestnazik bûyî? 

 

Dildar Herkî: Ez zarokekî pir har û netebitî bûm. Li dibistanê ez pir zîrek bûm. Heta qonaxa navendî ez hertim yekem derdiketim. Lê mamosteyan pir caran ji min hez nedikirin. Digotin tu pir zîrek î, lê sekin bi te nakeve. Bavê min belênder bû. Min hevkariya wî dikir, lewma min hemû kar kirine. Pir caran min karkerî dikir û çîmento dianî xwarê. Em ji axayên Herkiyan in. Ajelên me hebûn, şivanê me hebû. Gelek caran ez bi şivanê me re diçûm da li pişta kerê siwar bibim!.

 

Li piraniya gundên Kurdistanê zarok dihatin şandin bo mizgeftê bo xwendinê. Te jî li mizgeftan xwendiye?

 

Erê û min gelek caran Quran xetim kiriye. Min dersên olî li mizgeftê dane û çend feqiyên min hebûn û min ew fêrî xwendina Quranê kirine. Ez pir hevalê kalemêrên mizgeftê bûm. Her car ji min re digotin tu here bang bide.

 

Te zanîngeh li Mûsilê xilas kir. Jiyana te li wir çawa bû?

 

Jiyana min li wir dijwar bû. Ez wê çaxê bêjerê radyoyeke kurdî bûm. Mûsil çend salan beriya DAIŞê jî ji sedî 100 ne li jêr kontrola hikûmet û polîsên Iraqê bû. Sala 2008 dema ez li Mûsilê bûm, nexasim kurd û rojnamevan pir dihatin kuştin. Kesî jî nizanîbû kî wan dikuje. Lewma jiyana min pir zehmet bû.  

 

Tu di nav hogirên xwe de wek bêjerê dilnazik tê naskirin. Çend caran tu li ser ekranê giriyayî, çima?

 

Dibe ku ev tiştekî wîrasî be. Dilnazikî û girî ji bavê min giha ye min. Bavê min jî wisa ye. Ez tenê du caran li ser ekrana Rûdawê giriya me. Lê ez çend carên din di studyoyê de giriyame, lê min nehîştiye bîner hêsirên min bibînin.

 

Berê te li NRT kar dikir. Te çima dev jê berda?

 

Xelkê bawer dikir ku min dev ji NRT berda da ez bême Rûdawê. Mijar ne bi vî rengî bû. Pirsgirêka min bi rêveberiya kanala NRT re hebû. Lewma min dev jê berda. Li NRT mirov nizanîbû kî rêveber e û kî biryarder e.

 

Tu ji eşîra Herkî yî. Dibêjin Herkî zû hêrs dibin û pir tund in. Ev rast e?

 

Erê rast e. Ez kesekî bi hêrs im. Dema ez hêrs jî dibim, bobelat diqewimin. Lê ez zû aram jî dibim. Herkî jî bi hêrs û tund in, lê yekgir in. Mixabin di dema Beisê de, gelek Caş di nav Herkiyan de peyda bûn. Lê vêga piraniya pêşmergeyên navçeya Badînan ku li dijî DAIŞê şer dikin Herkî ne. Herkiyan ev yek bi pêşmergatiyê qerebû kirine. Niha sê birayên min pêşmerge ne û li eniyên şer in.

 

Eger tu dev ji bêjeriyê berdî, tê çi karî bikî?

 

Ezê herim gundê bavê xwe û rûnim. 

 

Dildar Herkî

 

Sala 1986 li nahiyeya Girdesênê ya girêdayî Akrê ji dayik bû. Beşê yasayê li Zanîngeha Mûsilê xwendiye. Hîn zarok bû, bi rêya radyoya biçûk a bavê xwe guhdariya bêjerên nûçeyan kiriye û ji karê bêjeriyê hez kiriye. Dûre jî li radyoya Zagros yekem ezmûna xwendina nûçeyan ceribandiye. Piştre li gelek saziyên medyayê yên din kar kiriye û niha yek ji bêjerên berçav yê kanala Rûdawê ye.