Kakao û ça li cem jinên Brîtanya û Fransa li pêş sêksê tên

02-05-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li gor du rapirsiyên cûda ku li Fransa û Brîtaniya hatine kirin, jinên Fransayê kakao û jinên Brîtaniya çay baştir ji sêksê dilên wan xweş dike.

Li gor rapirsiyeke ajansa Harris Interactiv, ku li ser hejmarek jin û zilam kiribû derket ku ji sedî 71 ji jinên beşdar dîtin ku xwarina kakaoyê wan ji encamdana sêksê bêtir dilxweş dike.

Li gor wê rapirsiyê, ji sedî 75 ji zilamên Fransa yên beşdarî rapirsiyê bûne dibêjin ku sêks tiştekî wisa ye ku her dilê wan xweş dike.

Di himber de ji sedî 67 ji jinên Fransa yên beşdarî rapirsiyê bûne dibêjin ku xwarina kakao wan bêtir dil xweş dike ji encamdana sêksê.

Di himber li Brîtaniyayê, li gor rapirsiyekê ku rojnameya Daily Mail belav kiriye, ji sedî 19 ji jinên Brîtaniya dibînin ku vexwarina çayê baştire ji encamdana sêksê.

Herwiha li gor wê rapirsiyê jinên Brîtanî salane 1 hezar û 825 perdax çayê vedixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst