Li Qersê jinan xaniyên kevin kirine cihên geştiyarî

02-03-2022
RÛDAW
Li Qersê jinan xaniyên kevin kirine cihên geştiyarî
Li Qersê jinan xaniyên kevin kirine cihên geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke Jin li gundewarê bajarê Qersê,  xaniyên kevin kirine cihên geştiyarî. Geştiyarekî Hollandî  got ku ev xanî Cihekî gelek xweş e. Di  yek ji van xaniyan de xwaringehek jî hatiye vekirin, ku  geştiyar dikarin xwarinên xwemalî yên navçeyê  têde bixwin.

Li gundê  Koşapinar ê li navçeya Selîm ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, hejmareke jinên gund di çarçoveya projeyeke danasîna çanda navçeyê de,  xaniyên kevnare  ku ji kevir û daran hatine çêkirin kirine cihek geştiyarî.  Ew xanî niha piştî nûjenkirinê bûne yek ji rawestgehên geştiyaran.

Geştiyarê Hollandî Erhan Esen jî got: “Em hatin vê derê û me berf dît. Em çûn navenda kaşûnê ya Gumgumê. Piştre em ji bo manê hatin vê derê. Cihek gelek xweş e. Em bi rehetî razan.”

Di yek ji van xaniyan de xwaringehek jî hatiye vekirin, ku geştiyar dikarin xwarinên xwemalî yên navçeyê  têde bixwin. Nermîn Anli ya rêvebera xanî di medbexa xanî de xwarinên xwemalî ji geştiyaran re çêdike û pêşkêşî wan dike.

Rêvebera Xanî Nermîn Anli jî got: “Niha bi piranî weke xwarina xwemalî, goştê qazan dixwazin. Savarê dixwazin, wek keskahî jî gezgezikê dixwazin. Şorbeya me ya bi mast jî heye wê jî dixwazin.”

Walker Taneer û kurê xwe ji Amerîkayê bo dîtina dîroka Qersê û  lîstikên berfê çûnê wê derê. Wan jî serdana vî xaniyê kevnare kirin û  çend xwarinên xwemalî ji destê dayika Nermîn xwarin.

Geştyarê Amerîkî Walker Taneer got: “Ev duyem car e ez têm Qersê. Em gelek hez jê dikin. Bi taybetî jî xelkê vê derê gelek baş e. Ez daxwazê ji herkesê dikim bo xwe şemitandina li ser berfê yan bo geştê bên vê derê, lê bi taybetî ji ber dîtina xelkê wê." 

Di zivistanan de hejmareke zêde ya geştiyaran bo kaşûnê û lîstikên berfê berê xwe didin parêzgeha Qersê. Li gor amaran tenê di Çileya îsal de 28 hezar û 900 geştiyarên xwemalî û biyanî serdana Qersê û navçeyên wê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst