Çîroka hostayê gustîlan ê Ermen Arto Yerisyan

Stenbol (Rûdaw) – Arto Yerisyan yek ji hostayên dawîn ê gustîl û mucewheran e. Arto nêzî 40 sal in ku li bajarê qedîm li Stenbola pir çandî û pir zimanî karê xwe yê ku li hember teknolojiyê li ber windabûnê ye bi keda destên xwe dike. Hostayê Ermen Artoyê ku navê wî di nasnameya fermî de wek İrfan Karaman hatiye qeydkirin, eslê xwe ji Sasona navçeya ser bi Êlihê ye, lê malbata wî beriya 50 salan berê xwe daye bajarê Stenbolê.

Niha em ê berê xwe bidin bajarê Stenbolê û çîroka hostayekî Ermen bînin ser şaşeyên we.  Arto Yerisyanê ku bi eslê xwe ji navçeya Sasona ser bi Êliha Bakurê Kurdistanê ye, li Stenbolê niştecih e. Arto nêzî 40 sal in karê xwe yê hostatiya gustîl û micewheran ku li hember teknolojiyê li ber windabûnê ye bi keda destên xwe dike. Taybetmendiya Arto ev e ku ew zêdetir sembol, nîşane û navdarên Stenbolê di nav gustîl û gewheran de bicih dike ku ev yek gelekî bala mirovan dikşîne. Her wiha hostayê Ermen gelek motîf û nirxên Xristiyanî û Îslamî di nav gustîlan de dinexşîne. Hosta Arto Yerisyan, niha dixwaze li kargeha xwe ya Stenbolê şagirdan perwerde bike da pîşeya wî ji bo nifşên nû bê veguhestin û neyê jibîrkirin.

Arto Yerisyan li vê xana dîrokî ya 400 salî di warê sêwirandina gustîl û gewheran de hunera xwe bipêş dixe û tim li pey çêkirina tiştên nû ye.

Hostayê Micewheran Arto Yerisyan wiha behsa xwe û karê xwe dike: “Ez di sala 1974an de li Sasona Batmanê ji dayik bûm. Ez hêj 7 salî bûm dema malbata min hat Stenbolê. Min zêde ji dibistanê hez nedikir. Ji loma bavê min, min anî Bazara Mezin a zêrîngeran da ez fêrî pîşeya zêrîngeriyê bibim. Jixwe piraniya bazarê ji hosta û xebatkarên Ermen pêk dihat. Wê demê malbatên Ermen zarokên xwe dişand ber destê hostayan. Dema min li ber destê hosta Kirko Ortanciyan dest bi kar kir ez hêj 9 salî bûm. Piştî ez hînî hunera hostayê xwe bûm, min zêdetir ji vî karî hez kir. Ez li ber destê hostayê xwe ji perwerdeyeke bi disiplin derbas bûm û fêrî vî karê bûm. Piştî çiraxiya 2 salan ez bûm qalfa.”

Arto, li atolyeya xwe ya ku bêhna dîrokê jê difûre ji bo koleksiyoner û markayên cîhanî berhemên ciyawaz û nûwaze ku tê de sembol û taybetmendiyên Stenbolê nexşandiye çêdike.  

Arto Yerisyan got: “Çêkirina micewheran ji kûrahiya dilê mirovan tê. Çi di dilê însan de hebe wê derdixe ser dezgehê. Dema tu wê xweşikahiya dilê xwe derdixî holê, wê demê tu xeyalên xwe didî mirovan. Ji loma jî ev kar ji karên din cudatir e. Niha sektora me êdî bi teknolojî û makîneyan tê çêkirin. Ji loma kesên wek min ku bi destan vî karî dike pir kêm maye. Ez 15 sal in karê fabrîkasyonê nakim. Ez li gorî daxwaza kes û fîrmayan karên taybet çêdikim. Ez li dû xeyala xwe diçim û wê berhemê çêdikim. Ji ber ku wê piştî me kesên ku vî karî çêdikin êdî namînin, piştî mirina me wê berhemên me zêdetir bi qedr û qîmet bin.”

Arto yê ku ji bo berhemek bedew çêbike carinan 15-20 roj li serê kûr û hûr dibe, pirî caran diçe cihê ku wê minyatura wê di nav gustîl de bicih bike. Arto niha bi eşq û şewqek mezin berê xwe dide perestgeha qedîm û biîhtîşam Ayasofyayê da ku wê bi halê minyatûr di nav gustîl de bixemilîne.

Arto Yerisyan da zanîn ku ew ji bo çêkirina berhemek 15-20 roj dixebitin û wiha pê de çû: “Lewra divê em pêşî wê berhemê xeyal bikin, xêz bikin, bisewirînin. Karê me karê hûrgiliyê ye ku tê de sin’et û zenaet heye. Divê em kevir û pirlantayan yek bi yek hilbijêrin; rengên wê, cureyên wê pir girîng in. Lê mixabin li welatê me karê ku em dikin zêde binirx nayê dîtin. Lê berovajê wê karê me li derve bi qîmet tê dîtin. Çîroka her berhemek me heye. Bo çêkirina Ayasafoyayê divê ez waqifê hemû hûrgiliyên avahîsaziya wê bim. Nexwe nikarim çêkim.“

Arto Yerisyan yan jî İrfan Karaman ê ku bi sinet û estetîk mînyaturên mizgeftên Suleymaniye û Sultanahmetê bigrin, ji dêr û sînagogên wek Fener Rûm, Ay Yorgî heta keleh, birc û quleyên Galata û Keçan gelek nîşane û navdarên Stenbolê di nav gustîl û gewheran de bicih dike dixwaze ku pîşeya wî ji bo nifşên nû bê veguhestin û neyê jibîrkirin.

Yerisyan got jî: “Li welatê me gelek ol û neteweyên ji hev cihê hene. Ji loma ez him motif û nirxên Xristiyaniyê, him jî yên Îslamê di nav berhemên xwe de dinexşînim. Her wiha ez nirxên dostên me yên Kurdan jî di nav gustîl û micewheran de bicih dikim. Niha mirov êdî naxwazin fêrî vî karî bibin. Em çirax peyda nakin ku wan hînê vê pîşeyê bikin. Ez dixwazim ev kar bipêş keve û neye jibîrkirin. Ji loma jî ez dixwazim şagirdan perwerde bikim da ku ev kar bigihîje nifşên nû.”

Xewn û xeyala herî mezin a Arto ev e bi markaya Yerisyan berhemên xwe bixe nav bazarê û li atolyeya xwe şagird û çiraxan perwerde bike.

Arto piştî xebata çend rojên bênavber gustîla Ayasofyayê temam dike û car din tê li ber Ayasofyayê û bi kêfxweşiyeke mezin li berhema xwe ya hunerî dinêre.