Li Hesekê kesekê 2 keçên xwe bi qelenê nîv dolarî zewicandin

02-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî Ereb li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo asankirina zewaca ciwanan û handana wan, du keçên xwe bi qelenê 2000 lîreyên Sûrî (nîv dolar) zewicandin.

Li bajarê Hesekê  welatiyê bi navê Îbrahîm Hemed Elo ku bixwe fermanber e, di heyama du salên dawiyê de 2 keçên xwe bi awayekî balkêş zewicandin.

Îbrahîm Hemed Elo yê 47 salî her yek keça xwe bi qelenê 1000 lîreyên Sûrî zewicandin.

Derbarê vê biryara xwe de Îbrahîm Hemed Elo ji Rûdawê re got: “Ji bo asankirina zewaca ciwanan û handana wan min ev biryar da. Ev yek ji fikra min a olî hat. Herwiha min dixwest ku ez keça xwe bidim xortekî xwedî exlaq bêyî ku li rewşa wî ya aborî temaşe bikim.”

Ji bilî armanca hêsankirina şert û mercên zewacê, Îbrahîm Hemed Elo armancek din jî hebû, ew jî handana kesên din bû kêmkirina qelen û herwiha ji bo sivikkirina barê keç û xortên ku dixwazin bizewicin.

Ev biryar ji aliyê dayika her du keçan ve jî hat piştgirîkirin, ji ber ku wê ev biryar "di berjewendiya wan de" dihesiband.

Ev biryara Îbrahîm Hemed Elo di demekê de ye ku ew weke karmendî fermî yê dewletê kar dike û mûçeyê wî 100.000 lîreyî Sûrî (kêmtirî 25 dolaran) ye ku di bin rêjeya hejariyê de ye.

Du kur û sê keçên Îbrahîm Hemed Elo hene, du ji wan zewicî ye û ew di malekê de li taxa Xwêranê ya Hesekê dijîn.

Hêjayî gotinê ye ku lêçûna zewacê li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li gorî zanyariyên xwecihî niha di navbera 5-10 hezar dolarên Amerîkî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst