Bêjerê Rûdawê: Xeyala min ew e Kurdistanê di Kûpa Cîhanê de beşdar bibe

01-12-2015
Derbaz Yunis
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Bêjerê Wezişê yê Rûdawê Saman Wilatjêrî yek ji biçûktirîn bêjêrên Kurdistanê. Li gorî hevalên wî, Saman di karê xwe de pir jêhatî ye û ew bi xwe bultena xwe amade dike.

Saman Wilatjêrî sala 1994 jidayîk bûye. Xwendekarê beşa ragihandinê ya Zanîngehê Selahedîn e tenê salek jê re maye ku xwendina xwe biqedîne.

Ew dibêje: “Ez di dibistanê de jî pir zîrek bûm, lê rewşa aborî ya malbata min pir xerab bû. Bi giştî jiyana min pir nexweş bû. Min kar dikir bo alîkariya malbata xwe bidim. Hingî ez diwestiyan, carna dema ez ji kar vedigeriyam malê ez digiriyam.  Berdewam mamosteyan ji bavê min re digot xweska hemû xwendekar wek wî bana.”

Ew bêjerê kurmancî ye werzişê û derbarê wê de jî wiha dibêje: “Kêfa min ji bêjertiya siyasî û werzişî re dihat, lê bêjertiya siyasî li gorî temenê min nedibû û min werzişî hilbijart.”

Saman Wilatjêrî wiha domand: “Hêvîdar im rojekê bibim şêwirmendê werzişî yê Serokwezîrê Kurdistanê, yan bikaribim televîzyoneke werzişî vekim.”

Wilatjêrî xewna xwe ji me re eşkere kir û wiha got: “Xewna min ew e ku rojekê ez beşdarbûna tîma Kurdistanê di Kûpa Cîhanî de li ser tilivîzyonê rabigihînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst