MÊRDÎN – Gundê Suryaniyan tê nûjenkirin: Dê bibe platoya fîlman

Hewlêr (Rûdaw) – Li Gundê Qillitê yê navçeya Stewrê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, avahî û xaniyên dîrokî tên nûjenkirin.

Armanc ew e ew gund bibe wekî platoya fîlman a siruştî û piştgiriyê bide turîzmê.

Gundê Qillitê ji bo ku mezheb û zimanên cuda lê hene, cihekî sembolîk e.

Li herêmê bi mîmariyeke cuda, dêrên Katolîk, Ortodoks û Protestan hene.

Her wiha gund bi 3 keşîşxane û mizgeftên xwe rastî eleqeyê tê û lê gelek rêzefîlm û klîp jî hatine girtin.

Li gundê ku 3 dêrên mezhebên Katolîk, Ortodoks û  Protestan ên Xristiyanan û mizgeft lê hene avahî û xaniyên dîrokî tên nûjenkirin.

“Her sê mezhebên Xirîstiyanan li gund hene”

Şaredarê Navçeya Stewrê Engîn Ugur Hamîdî got:

“Di dîroka cîhanê de tekane gundê Xirîstiyanan e ku her sê mezhebên Xirîstiyanan lê hene.

Gelekî hêja ye û li vê derê bi salan e Misilman dijîn. Li qata jêr wêneyên du zilamên olî yên Misilman hene.”

Hemû nişteciyên wî gundî yên Suryanî koça welatên Ewropa kiriye û tenê car caran havînan gundê xwe ziyaret dikin.

“Xelk xaniyên xwe nûjen dikin”

Muxtarê Gundê Qillitê Samî Dal jî got:

“Li herêma Stewrê tekane gundê ku nişteciyên wê Suryanî ne.

Li vê derê gelek fîlm, dokumenterî û klîbên muzîkê hatine girtin. Ji ber wê balê dikişîne.

Ez cara yekem dibînim ku ji derveyî welat hewqas gundiyên me tên.

Eger bi temamî jî venegerin dê xaniyên xwe nûjen bikin û havînan bên û biçin û dê baş bibe.”

Nişteciyê Gund Hiznî Yuksel jî da zanîn ku ew 80 salî ye û got:

“Ez li vê derê ji dayik bûm û li vê derê mezin bûm. Hemû zarokên min li vê derê ji dayik bûn.

9 zarokên min hene. Ez niha bi malbatî li Swêdê me. Ez û hevjîna xwe havînan 6 mehan tên vê derê.”

Gundê Qillitê gundekî dîrokî yê Suryaniyan e ku heta salên 80yî 150-200 mal lê hebûn lê niha nişteciyên resen ên Suryanî nemane.

Ew gund bi mîmariya xwe ya nûwaze bala sektora sînemageriyê dikişîne.

Piştî temambûna xebatên nûjenkirinê dê bi armanca geştyariya çandî û sektora sînemayê bê bikaranîn.