Geliyê Qewalê yê Colemêrgê bûye navendeke geştyarî

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, Geliyê Qewalê ku bi bedewî û sûlavên xwe navdar e, ji bo kesên ku ji germa havînê direvin û dixwazin xwe honik bikin dibe navnîşanek.

Geliyê Qewalê nêzîkî gundê Qewalê ye ku bi qasî 50 kîlotemreyî dûrî navenda bajêr e.

Rêya newalê ax e û di nava lat û çiyayên mezin re derbas dibe.

Li geliyê gelek sûlavên bilind hene.

Gelî ji ber bedewiyên xwe yên xwezayî ji aliyê xelkê herêmê ve wekî bihuşta veşartî tê binavkirin.

Kesên ku diçin newala ku di van demên dawî de bi saya xebatên danasînê bala geştyarên xwecî û biyanî dikişîne, di nava xwezayê de demeke xweş derbas dikin û di avê de xwe honik dikin.

Muxtarê Gundê Bêtkarê Îzzet Kaya da zanîn ku xelk bi malbatî diçe wê newalê û demeke xweş derbas dike û got:

“Xelk tê vê derê avjeniyê dike. Ev der cihê seyranê ye. Sûlaveke gelekî xweş e.

Mirov di televîzyon û înternetê de dibînin.”

Ji her derê geştyar diçin

Tenê ne ji Colemêrgê her wiha ji bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî xelk diçe wê derê.

Emre Kizilê ku ji Kayseriyê çûye herêmê anî ziman ku ew bi xizmên xwe re çûye sûlavê û anî ziman:

“Newalên vê herêmê gelekî xweş in. Li vê derê ji her aliyî av diherike. Dîmeneke wê ya bêhempa heye.

Em jî bi malbatî hatine seyranê, ev der honik e.”

“Bihuşta veşartî ya Colemêrgê ye”

Geştyar Aynur Koçkayayê jî got:

“Ji bo bêhnvedanê cihekî gelekî xweş e. Wekî min got bihuşta veşartî ya Colemêrgê ye.

Ez her kesî vedixwînim vê derê. Divê werin bibînin.”

Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê yek ji cihên herî girîng ê geştyariya xwezayê ye.

Salane bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî diçin Zozanê Berçelanê, Geliyê Zapê, Sûlava Qewalê û navçeyên Çelê û Şemzînanê.