Li Agiriyê ji bermahiyan otomobîleke elektrîkî hat çêkirin

01-06-2024
RÛDAW
Li Agiriyê ji bermahiyan otomobîleke elektrîkî hat çêkirin / Wêne: AA
Li Agiriyê ji bermahiyan otomobîleke elektrîkî hat çêkirin / Wêne: AA
Nîşan Agirî Otomobîla bi Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, hejmareke hostayên teknolojiyê, otomobîleke ku bi elektrîkê kar dike çêkirin.

Atolyeya Navenda Huner û Zanistê ya Agiriyê tîmek ava kiriye û ji wan xwestiye ku vî karî bikin û bibin festîvala TEKNOFESTê.

Hostayan ew otomobîla xwe ji bermahiyên otomobîlan çêkir û niha dixwazin beşdarî Festîvala TEKNOFESTê bibin û berhema xwe li wir nîşan bidin.

“Otomobîl bi elektrîkê kar dike û bi tavê xwe şarj dike”

Teknofest di navbera 2 heta 6ê Çiriya Pêşîna 20224an de dê were lidarxistin.

Rêveberê BILSEMê yê Agiriyê Bulent Bakir li ser amadekirina otomobîlê wiha got:

“Me tîmek ava kir û biryar da ku em dê karibin vî karî bikin. Armanca me ya sereke başdarbûna TEKNOFESTê ye.

Otomobîla me bi elektrîkê û enerjiya tavê xwe şarj dike.

Em piştre dikarin vê otomobîlê zêdetir jî pêş bixin.”

“Me ji karton û boriyan îskeletê otomobîlê çêkir”

8 mamosteyên teknolojiyê beriya nêzîkî 6 mehan dest bi projeyê kiriye û rojane bi karkirina 8 demjimêran niha ji sedî 70yê projeya xwe temam kiriye.

Mamosteyê Teknolojiyê Ali Behatir jî wiha behsa pêvajoya amadekirina otomobîlê kir:

“Em fikirîn gelo em dê bikaribin ji bermayan otomobîlekê çêbikin. Piştî wê bi tiştên wek qotî, borî, karton, strafon me ji derve kom kirin.

Me ewil îskeletê otomobîlê çêkir. Herwiha bi bermahiyên din jî me otomobîla xwe temam kir.”

Projeya wan mamosteyan dê vê mehê ji TEKNOFESTê re bê pêşkêşkirin.

Eger proje pîvanên hatine diyarkirin derbas bike dê li parêzgeha Edenê beşdarî pêşbirka dawî bibe û proje nûnertiya Agiriyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst