VÎDEO – Kebab şandin fezayê!

01-01-2018
RÛDAW
Nîşan Kebab Feza Swîsre
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Swîsreyê bajarê Zurîxê, xwaringeha bi navê "Ayverdi" kebab şande fezayê.

 

Ali Ayverdi ku yek ji sê birayên xwediyên restorantê ye, ji ajansên xwecihî yên bajarê Zurîxê re diyar kiriye: “Me bi balonê ji Weiningenê ber bi fezayê kebab şand.”

 

Ayverdi diyar kiriye, ku di ceribandina sêyemîn de bi ser ketine û kebaba wan gihiştiye 37795 metre bilindahî.

 

Herwiha Ayverdi aşkere kiriye, ji bo ku rekorda "kebaba ku cara yekem çûye fezayê" werbigre, serdana Pirtûka Rekordên Guinnessê dane û got: “Me gelek lêkolîn kirin û em bawer in kebaba me kebaba ewil e ku derdikeve ser esmanê staratosferê.”

 

Piştî ku kebab gihiştiye fezayê cardin ketiye erdê, ji bo ku alavên li ser kebabê bibînin, 7 saet lê geriyane.

 

Murti Ayverdi diyar kir, ku kebab ketiye ser darekê.

 

Herwiha xwediyên xwaringehê ji bo îsbatkirina vê îdiaya xwe dîmenên firînê kêlî bi kêlî tomar kirin.

 

 

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst