Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersalê de bangî partiyan kir

31-12-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sersal 2025
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Ez daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev re kar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja dawî ya sala 2024an peyama sala nû belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ji bo hatina sala nû ya 2025an, pîrozbahiyên herî germ li hemû welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim.

Bi taybetî malbatên serfiraz ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên navxwe û hemû pêkhateyên Kurdistanê.

Her wiha pîrozbahiyê li hemû gelên Îraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, ji bo her kesî bibe saleke tijî aştî, aramî, bipêşketin û xêr û xweşî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê bang kir:

“Di vê rewş û qonaxê de, karê hevbeş tekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bi destxistina mafên me yên rewa.

Ez giringiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dikim.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê sala 2024an jî got:

“Sala 2024an guherînên mezin li herêmê çêbûn ku astengiyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa tevahiya herêmê kirin.

Van pêşhatan pêwîstiya fikirîneke bilind û pêkanîna yekrêzî û yekdengiya navxwe ji me dixwazin ji bo rûbirûbûna wan metirsiyên ku gefan li ewlehî û aramiyê dixwin û her wiha ji bo sûdwergirtina ji derfetan jî girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazek ji aliyên siyasî kir:

“Ez daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku bi hev re kar bikin da ku nakokiyan derbas bikin û bi giyanê berpirsyariya niştimanî ya hevpar ber bi paşerojê ve gavên xwe biavêjin.

Di vê rewş û qonaxê de, karê hevbeş tekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bi destxistina mafên me yên rewa.

Ez giringiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dikim.”

"Hevkariya me dê bibe rêya aramî û aştiyê"

Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê amaje bi wê yekê kir û got:

“Bi vê minasebetê pêbendiya Herêma Kurdistanê ya ji bo karkirina li gel Hikûmeta Federal a Îraqê û hevparên herêmî û navneteweyî, ji bo rûbirûbûna astengiyên hevpar û dîtina çareseriyeke daîmî ya pirsgirêkan dubare dikim.

Hevkariya me dê bibe rêya aramî û aştî û bipêşketinê li Îraq û herêmê û alîkariya bihevrejiyana aştiyane ya gelan û pêkhateyên herêmê bike.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de da zanîn:

“Herêma Kurdistanê bi xwestek û îradeya dilsoz a gelê xwe ji hemû pêkhateyan û hêzên niştimanî, şiyana derbasbûna ji astengiyan û berdewamiya avakirina paşerojeke çêtir ji bo nifşên paşerojê heye.

Bila bi hêviyê sala nû bikin derfetek ji bo karê cidî û bidestxistina xwestekên gelê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst