Recep Tayyîp Erdogan sersala Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta hatina sala nû pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Erdogan di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî wekî dostekî hêja bi nav kir û ji ber ku pîrozbahiya sersalê jê re şandiye spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê ji Nêçîrvan Barzanî re got:

“Birêz Serok, dostê min ê qedir bilind.

Ji bo nameya we ya pîrozbahiyê ya sala nû ez gelekî spasiya we dikim.

Ez jî bi vê minasebetê hêvîdar im cenabê we saleke tendirûst, xweşbext û kêfxweş derbas bikin. “

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja dawî ya sala 2024an peyama sala nû belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê bang kir:

“Di vê rewş û qonaxê de, karê hevbeş tekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û bi destxistina mafên me yên rewa.

Ez giringiya bilezkirina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dikim.”