Li Meletiyê qeza: Miriyek û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê berê sibeha îro du otomobîl li hev qelibîn.
Di bûyerê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristî û parastina sivîlan çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê çar kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Lê li nexweşxaneyê ligel hewlên bijîşkan yek ji birîndaran mir.