Bavê Selahattîn Demîrtaş koça dawî kir

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tahir Demîrtaş Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş koça dawî kir.

Hat ragihandin ku bavê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji Çiriya Pêşîna 2016an ve li Girtîgeha Tîpa Fya Edîrneyê girtî ye koça dawî kir.

Tahir Demîrtaş par krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat dermankirin.

Hat destnîşankirin ku Demîrtaşê ku di bin çavdêriya hûr de bû serê sibehê koça dawî kir.

Heta niha nediyar e ku Tahir Demîrtaş dê li kîjan goristanê were veşartin.

Tahir Demîrtaş berî hilbijartinên Gulana 2023yan krîza dil derbas kiribû.

Wê demê Wezareta Dadê kurê wî Selahattîn Demîrtaş bi balafira taybet biribû Amedê û piştî serdanê bi balafira taybet vegerandibû Girtîgeha Edîrneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst