Li Kilîsê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kilîs Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li taxa Ataturkê ya Kilîsê bi demançeyê gule li otomobîleke parkirî hatin reşandin û di êrîşê de kesek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di êrişê de şofêrê otomobîlê A.Î.Y. û kesekî din ê di otomobîlê de bi navê A.B. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof.Dr. Alaeddin Yavaşçayê.

Tevî hemû midaxeleyên bijîşkî şofêrê otomobîlê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndarê din jî giran e.

Derbarê bûyerê de 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û heta niha sedema êrişê nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst