Di 2024an de Rûdaw dê girîngiyeke zêdetir bide pêgihandina rojnamegerên jin

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê 2023 2024
A+ A-

Bi helkefta sala zayînî ya nû 2024an, em pîrozbahiyê li hemû bîner, guhdar û xwîneran û hemû gelê Kurdistanê û cîhanê dikin. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo her kesî bibe sala aştî û bextewariyê.

Tora Medyayî ya Rûdawê tevî gelek dijberî û astengiyan, sala 2023yan bi pêşketin û gavên pir mezin derbas kir ku ev yek nîşana jêhatîbûna karmendên Rûdawê ye û belgeya piştgirî û hezkirina xelkê ya Rûdawê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê sala 2023yan çend hevkariyên nû yên cîhanî pêk anîn. Cihê Rûdawê li navçe û cîhanê bihêztir bû.

Rûdawê çend xelatên cîhanî wergirtin. Rûdaw bi saya rûmalên xwe yên bihêz li ser gihandina bûyerên Kurdistanê û herêmê ji bo cîhanê berdewam bû.

Rûdaw wekî yek ji çavkaniyên sereke yên nûçeyan ji bo seranserî cîhanê û yek ji dezgehên ragihandinê yên pêşeng li herêmê zêdetir bi pêş ket.

Rûdaw Dijîtal pêşketineke pir mezin bi dest xist. Podkast wekî cureyekî nû yê berhema medyayê li Kurdistanê bi pêş xist.

Herwiha sala 2023yan Rûdawê dest bi weşandina berhemên xwe bi zimanê Çînî kir, ev cara yekem e ku saziyeke medyayê ya Kurdistanê berhemên xwe bi zimanê Çînî belav dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê sala 2024an dê bibe xwedî pêngav û berhemên nû û herwiha dê bibe xwediyê berfirehbûneke nûjen.

Di heman demê de, Rûdaw bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) dê girîngiyeke taybet bide pêgihandina rojnamegerên jin li Kurdistanê û tevahiya Îraqê.

Em pîrozbahiya serkeftina Rûdawê di sala 2023an de li hemû hevkarên Rûdawê dikin. Em rêza jîrî û keda wan digirin.

Herwiha em şehîd Şîfa Gerdî û nûçegihanê Rûdawê yê revandî Ferhad Hemo bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst