Li Baneyê kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bane Rojhilatê Kurdistanê Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên sînorî yên bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek bi fîşekên hêzên nobedarên sînorî yên Îranê hat kuştin û kolberek jî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja şemiyê hêzên nobedarên sînorî yên Îranê li navçeya sînorî ya Hengejalê ya Baneyê gule li kolberan reşandine.

Di encamê de kolberekî bi navê Ehmed Sadiqî ketiye ber guleyan û canê xwe ji dest daye.

Her di heman bûyerê de kolberekî din ê bi navê Hîwa ku xelkê bajarê Kamerana Sineyê ye birîndar bûye.

Ehmed Sadiqî yê ku canê xwe ji dest daye 32 salî bûye û xelkê gundê Qebexlûyê yê Seqizê ye û bavê 2 zarokan e.

18 kolber hatin kuştin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ji Newroza îsal ve tenê li navçeyên sînorî yên bajarê Baneyê 18 kolber bi guleyên hêzên nobedarên sînorî yên Îranê hatine kuştin.

Li gorî rapora Kolbernewsê jî di sê mehên borî de li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê 9 kolber hatine kuştin û 145 kolber jî bi sedemên cuda birîndar bûne.

Kolber dibêjin ji ber nebûna derfeta kar li bajarên wan, ew berê xwe didin navçeyên sînorî û kolberiyê dikin. Kolber li beramberî hinek pereyan kelûpelên bazirganan vediguhêzin.

Salên borî, tenê xelkê navçeyên sînorî kolberî dikirin lê di van çend salên dawî de ku rewşa aborî xirabtir bûye ji bajarên dûrî sînor jî xelk bi armanca peydakirina debara jiyanê, berê xwe didin navçeyên sînorî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst