Li Colemêrgê li pey hev 3 erdhej!

31-12-2023
Nîşan Colemêrg Erdhej Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê li pey hev sisê erdhej çêbûn.

Cara ewil demjimêr 19:37an li navçeya Geverê ya Colemergê erdhejeke bi hêza 4,4an rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku kûrahiya vê erdhejê 7 kîlometre bûye.

AFADê da zanîn ku piştî vê dîsa li Geverê du erdhejên bi mezihaniya 3,5 û 4,5an çêbûn.

Erdheja duyem demjimêr 19:52an a sêyem jî demjimêr 20:06an rû da.

Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li ser erdhejan got, “Li herêma erdhejê tiştekî neyînî nîne, xebatên lêgerînê didomin.”

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst