Nêçîrvan Barzanî: Nakokiyên siyasî bûn sedema ku Herêma Kurdistanê mafên xwe bi dest nexe

31-12-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sala Nû Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya sersalê de got, “Nakokiyên siyasî bûn sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê nikaribe bi şiklê pêwîst şayeste û mafên xwe yên destûrî bi dest bixe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo sala nû peyamek weşand û amaje pê kir ku nakokiyên siyasî bûne sedema ku Herêma Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bi dest nexe.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê Herêma Kurdistanê wekî demên berê bibe dergûşa pirrengî û bihevrejiyanê.

Peyama sersalê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî ye:

“Sersala nû ya zayînî ya 2024ê li malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên navxweyî û hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve, li her cihê ku lê bin, li gelên Îraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Ji hemûyan re saleke tiji aramî, xweşî û serkeftinê dixwazim.

“Em rastî gelek metirsî û astengan hatin”

Ji ber encamên rewşa siyasî, ewlehî, aborî û pirsgirêk û krîzên din yên li navçe, Îraq û li Herêma Kurdistanê, me saleke dijwar derbas kir ku tê de em rastî gelek metirsî û astengan hatin.

Nakokiyên siyasî yên navxweyî li Îraqê û derve rengvedaneke neyînî li ser şiyan û pêgeha Kurdistanê kir û bûn sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê nikaribe bi şiklê pêwîst şayeste û mafên xwe yên destûrî bi dest bixe.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin paşxistin û di hilbijartinên encumenên parêzgehan de li deverên Maddeya 140î bandorên wê yên neyînî xuya bûn.

“Aştî û aramiya Herêma Kurdistanê ket metirsiyê”

Berevajî rêkeftinên siyasî û destûrê, tevî hemû gotûbêj, hewl û pêgîrîyan, gelek ji şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Îraqê nehatin dabînkirin.

Aştî û aramiya Herêma Kurdistanê çendîn caran bi êrîşên dronan ket metirsiyê.

Pêkneanîna rêkeftinên siyasî û neşandina şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji ziyanê pê vê ti ve ti sûdê nadin Îraqê.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê divê em hemû bi rihê berpirsiyariya hevbeş, hevdûqebûlkirin û yekrêzî û bi diyalog û hevfêhmkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina krîzan bixebitin.

“Bila em krîz û kêşeyan bikin derfet”

Bila di sala nû de, li Îraq û Herêma Kurdistanê, em ders û pendan ji pêşerojê bistînin û bi hev re ber bi paşerojeke baştir, aramtir û tenatir ve gavan bavêjin.

Bila em krîz û kêşeyan bikin derfet û berjewendiya gel û welat bibe armanc û komkara me hemûyan. Îraq bi pêkhateyên xwe ve bihêz û dewlemend e û tenê bi yekîtî û bihevreyiyê em hemû dikarin bi ser bikevin.

Bi vê helkeftê em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş dê pêwendiyên xwe bi welatên cîran, herêm û cîhanê re pêş bixe.

Wekî her demê, Herêma Kurdistanê dê wekî faktora aştî û aramiyê û hevbeşeke çalak a civaka navneteweyî û landika pirdengî û pêkvejiyanê bimîne.

Em bi hêvî li paşerojê dinêrin û sala nû ya her kesî pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst