Bakurê Kurdistanê: Di sersalê de navendên kaşûnê qelebalix in

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Kaşûnê ya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê amadekariyên serê salê bi hemû awayekî hatine kirin.

Hêjmareke zêde ya geştyaran berê xwe daye wê navendê. Hotel ji sedî 90 tijî bûne.

Bi roj geştyar kaşûnê dikin û şeva serê salê jî dê li hemû hotelên vê navendê bi beşdariya hunermendan şahî û pîrozbahî bên kirin.

Xwediyê hotelê Nîhat Ozsezer li ser amadekariyan got:

“Hotelên Sarikamişê xwe ji bo sala nû baş amade kirine, em dê mêvanên xwe bi awayekî baş pêşwazî bikin. Hotêlên me ji sedî 90 tijî bûne.

Dê gelek hunermendên navdar li hotêlên me derkevin ser dikê. Berî serê salê berfeke baş bariya. Serdanên geştyaran gelekî zêde ne û em jî bi pêşwaziya mêvanên xwe kêfxweş in. Ev sersal dê gelekî xweş be.”

Ne tenê li Navenda Kaşûnê ya Qamûşanê ku 2 hezar û 634 metreyan ji asta deryayê bilind e amadekarî û qerebalixî heye.

Herwiha li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê ku 12 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Colemêrgê ye jî qerebalixiyeke zêde ya geştyaran heye û wan di betlaneya serê salê de berê xwe daye wê derê.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê 2 hezar 800 metre ji asta deryayê bilind e û niha metreyek berf ketiye. Geştyar ji vê navendê gelekî razî ne û behsa bedewiya wê dikin.

“Em ji xwe re kêfê dikin”

Geştyara bi navê Zozan Demîroglu jî anî ziman:

“Ev der gelekî xweş e û kêfa me gelekî jê re hat û em ji xwe re kêfê dikin.

Li Siwêregê berf nîne, Navenda Karacadaxê heye lê ne wek vir xweş e. Bi rastî ev der gelekî xweş e. Werin bibînin.”

Her sal di sersalê de navendên kaşûnê dibin rawestgeha geştyaran.

Li wan navendan li kêleka kaşûnê şahiyên taybet ên sersalê jî tên organîzekirin û ev dibe sedem ku geştyar ji bo pîrozkirina sersalê biçin wan navendan.