Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê herdem bawerî bi aştî û birayetiyê hebûye

31-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta serê sala nû ya zayînî peyamek belav kir û ragihand: “Gelê Kurdistanê herdem bawerî bi aştî û birayetiyê hebûye û xwestiye ku hemû keşê û alozî bi rêya diyalog û bi zimanê hevdutêgihiştin û dûrketina ji hêrs û înkariyê bêne çareserkirin.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina serê sala nû ya zayinî peyamek belav kir û tê de tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir, ew hêva heye ku di qonaxa paşerojê de pêgavên hikûmet û proseya siyasî ya Iraqê di çarçoveya destûr de û bi arasteya berjewendiyên gelên Iraq û her wiha berçavgirtina prensîpên hevbeş û hevsengî û lihevkirinan de be.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, germtirîn pîrozbahiyê li welatiyên xweşewîst ên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan dixwazim.

Vê helkeftê bi derfet dizanim ku tekezî li peyama aştîxwazane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê bikim. Gelê Kurdistanê herdem bawerî bi aştî û birayetiyê hebûye û xwestiye kêşe û alozî bi rêya diyalog û bi zimanê hevdutêgihiştin û dûrketina ji hêrs û înkariyê bêne çareserkirin.

Di derbarê proseya siyasî ya Iraqê de jî em bawer in niha derfeteke nû ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê de peyda bûye û bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li bicîkirina wan rêkeftinan dikin ku di navbera aliyên siyasiyên Iraq û her wiha navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de hatine asêkirin.

Ew çaverêyî heye ku di qonaxa paşerojê de pêngavên hikûmet û proseya siyasî ya Iraqê di çarçoveya destûr de û bi arasteya berjewendiyên gelên Iraq û herwiha berçavgirtina prensîbên hevbeş û hevsengî û lihevkirinan de be.

Di dawiyê de hêvî dikim ku sala nû ji bo hemû welatiyên Kurdistan û Iraqê sala xweşî û bexteweriyê be û aştî û tebayî ji bo navçeya me û hemû mirovayetiyê pêk bê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst