Li Meletî şerê bi çekan: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê di navbera sê kesan de şerê bi çekan derket û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesekî gumanbar hat desteserkirin.

Îro Şemiyê 31ê Kanûna 2022ê li Taxa Çavuşoglu ser bi navçeya Yeşilyurtê ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera sê kesên bi navê Kemal Aksut, Ahmet Şahin û M.T de şerê bi çekan derket.

Di encamê de Aksut û Şahin birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Lê ligel hemû midexaleyan her du kesên birîndar canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê kesê  bi navê M.T ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Hatiye ragihandin ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.