OHD Êlih: Ava vexwarina gundê Taraşê ji ber petrolê qirêj bûye

31-12-2022
RÛDAW
Wêne: Komeleya Xwebexşên Hawirdorê ya Êlihê
Wêne: Komeleya Xwebexşên Hawirdorê ya Êlihê
Nîşan Êlih Taraş Sason
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Êlihê ya Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê ragihand ku li gundê Taraşê ser bi navçeya Sasonê ji ber kar û xebata derxistina petrolê maddeyên kîmyayî tevlî ava gund bûne û Lijneya Tendirûstiyê ya navçeyê jî bo ew av neyê vexwarin hişyarî daye welatiyan.

Şaxa Êlihê ya Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê derbarê îdîayên qirêjbûna çavkaniya ava Nazlidere de ku 5 kîlometre nêzîkî avê kar û xebata lêgerîna petrolê tê kirin daxuyaniyek belav kir. Komeleya navborî dibêje wan ji bo lêkolîna bûyerê şandek ava kirine û wê şandê roja Înê 29ê Kanûna 2022ê li cihê bûyerê lêkolînên xwe kirine.

Li gor encamên lêkolînê niştecihên gundê Taraşê ji ber vexwarina wê avê, beriya hefteyekê nexweş ketine û Lijneya Tendirûstiyê ya Sasonê jî hişyarî daye ku ew av neyê vexwarin. Herwiha nîştecihan gotine ji bo pêwîstiya ava vexwarinê Îdareya Taybet a Parêzgehê rojane 4 tankêrên avê dişîne gund daku ava heyî neyê vexwarin.

Çavdêriyên şanda lêkolînê bo avê jî wiha ne:

-Ava kaniyê li gor beriya hefteyekê kêmtir bûye

-Av şolî diherike

-Li ser avê tebeqeyeke wek zeytê çêbûye

-Li hinek cihan li ser avê tebeqeyek ji çiravê çêbûye

-Bo vexwarina ajelan jî ne guncaw e

OHDê amaje bi wê yekê daye ku vexwarina ava paqij mafekî bingehîn e û ev yek di peymanên navdewletî de jî tê parastin û divê ji bo parastina çavkaniyên xwezayî tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst