Tora Medyayî ya Rûdawê li Çînê ofîsa xwe vedike

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li hemû temaşevan, guhdar û xwênerên Rûdawê dikin. Sala borî saleke dijwar bû bo karkirina Tora Medyayî ya Rûdawê, lê bi lêzanî û bêhna fireh a hemû hevkarên Rûdawê, di sala 2022an de Rûdawê yekem a bê hevrikê xwe tomar kir û çavkaniya nûçeyan bû bo medya cîhanê li ser gelek bûyerên navçeyê, herwiha Rûdawê karî hevbeşiyên xwe berfirehtir bike ligel saziyên mezin ên medya cîhanê.

Di sala nû de Tora Medyayî ya Rûdawê, bername û karên xwe yên medyayî zêdetir dike, dahênaneke nûtir di rûmal û şopandinê de dike li Kurdistanê. Di heman demê de zêdetir diçe nav bûyer û pirsên navçeyê û cîhanê.

Di sala 2023an de Tora Medyayî ya Rûdawê, wek yekem saziya medyayî ya Kurdistanê ofîsê li bajarê Pekîna paytexta Çînê vedike. Ev jî pêşketineke mezin e bo medya Kurdî û vekirina pencereyeke din e bo temaşevanên Kurdistan û deverê.

Tora Medyayî ya Rûdawê

31/12/2022

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst