Li Qamişlo 4 berberên xwebexş porê zarokan çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta hatina sersalê, çar berber li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi destpêşxeriyekê rabûn.

Dîmenên taybet bi wê ahengê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Armanca wan berberên ku cilûbergên Papa Newêl li xwe kiribûn, kêf û şahiyê têxin dilên zarokên wî bajarî û kesûkarên wan.

Destpêşxerî ji wê yekê pêk hat ku, berberan li Parka Giştî ya Qamişlo, sertaşiya porên hejmarekê ji zarokan kir.

Berberekî vê destpêşxeriyê Elwan Şakir got, “Ji bo ku ez xweşiyê têxime dilê zarokan me ev çalakî kiriye. Em 4 kes hatine em ê porê wan kurt bikin û diyariyên wan jî bidine wan.”

Destpêşxerî di keşûhewayeke şad û xweş de derbas bû, di nav de jî stran hatin gotin û diyarî li ser zarokan hatin belav kirin.

Berberekî din ê vê destpêşxeriyê Iyad anî ziman, “Ez û hevalên xwe em hatin ji bo ku porê zarokan kurt bikin. Ji bo kêfxweşiya dilê wan, ji bo zarokan.”

Rêkxerên wê destpêşxeriya dilxweşker dibêjin, armanca wan ew bû ku tevî rewşa zehmet a jiyanê li Rojavayê Kurdistanê, ew dixwazin bi gavên wiha çand û rewşenbîriya hezkirin, şahî û hevahengiyê di nav civakê de belav bikin û kulîlkên hêvî û şahiyê li derdora xwe biçînin û sala nû li tevan pîroz bikin.