Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa dijî keçekê li Silêmaniyê şermezar kir

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Tundûtûjiya Dijî Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li Silêmaniyê ya dijî keçekê, şermezar kir û got, “Nayê qebûlkirin.”

Roja Înê 30ê Berfanbara 2022an vîdeoyek hat belavkirin ku tê de li taxa Hiwane ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê çend kes êrîşî keçekê dikin û lê dixin. Vê bûyerê karvedan li pey xwe anîn û îro Şemiyê polîsan 16 kes desteser kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro Şemiyê 31ê Berfanbara 2022an bûyera êrîşa li ser wê keçê û bûyera êrîşkirina jineke din li parêzgeha Silêmaniyê wek “şermezarî” bi nav kir û ragihand, “Ev bûyer bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, polîsên Silêmaniyê 16 kes bi tawana êrîşî wê keçê desteser kirine û diyar kir ku tawanbaran “tawana xwe qebûl kirine.”

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed îro Şemiyê ragihand, kesên ku destdirêjî lê hatine kirin sê keç bûn lê tenê vîdeoya yek ji wan keçan ku 17 salî ye belav bûye. Serkewt Ehmed diyar kir ku ew keç berê jî çend caran çûbûye wir û ji Silêmaniyê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de destnîşan kir, li dijî her cure tundûtûjî û binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan e û got, “Divê di demeke kurt de rêkarên yasayî li dijî kesên ku ev tawana kirine werin cibicîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst