Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe sala pêşkeftina Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sala nû ya zayînê peyamek belav kir û ragihand, “Hêvî dikim sala nû sala xweşgozeranî, pêşkeftin û geşe pêdana zêdetir ya Kurdistanê be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina serê sala nû ya zayinî peyamek belav kir û tê de hêvî kir ku “sala nû bibe sala bidawîhatina êş, nexweşî û qeyranan û dabînkirina aştî û bextewariyê ji bo mirovahiyê bi giştî.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Bi minasebeta hatina cejna sersala nû 2023an, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya welatiyên herêma Kurdistanê, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe, malbet û kesûkarên serfiraz ên şehîdan, herwiha gelên Iraq û cîhanê dikim. Hêvî dikim sala nû sala geşbûn, pêşkeftin û geşepêdana zêdetir a Kurdistanê be.

Tevî kêmbûna şiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala borî me karîbû bi alîkariya kerta taybet çend projeyên cuda li bajarên Kurdistanê yên di warê rê, çandinî, pîşesazî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de bi cih bînin. Ev ji bilî ku sala borî di warê dîplomasî û pêşxistina pêwendiyên me yên ligel welatên Ereb, navçe û Ewropayê de saleke berhemdar bûye.

Lê mixabin, em sala derbasbûyî rastî çend êrîşan hatin, di demekê de ku, Herêma Kurdistanê weke her tim, faktora aramî û ewlehiya Iraq û deverê bûye û ti carî nebûye sedema metirsiyan bo ti aliyekî. Lewre hêvî dikin sala pêşiya me, asayîş û aramiya Herêma Kurdistan, Iraq û deverê bi giştî parastî be û kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî li ser esasê destûrê bi awayeke mayinde werin çareserkirin daku, bikaribin bi hevkariya tevahiya aliyan, proseya reforman û xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê bidomînin. Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne û rêzê li serweriya yasayê bigire. Hêvî dikim sala nû bibe sala bidawîhatina êş, nexweşî û qeyranan û dabînkirina aştî û bextewariyê ji bo mirovahiyê bi giştî.

Sersala we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze.”