Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023an bibe sala dadweriyê

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, ku ji wê demê ve nobeta edaleyê dabû destpêkirin, dê di sala 2023an de jî berdewam bike.

Malbata Şenyaşar a ku nobeda xwe ya edaletê di roja 663an de didomîne, dedweriyê ku lê digere hêvî dike ku di sala 2023an de pêk were.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama "Bila sala 2023an bibe sala edaletê, birînên ku xwîn jê diherikin bila bên girtin" parve kirin.

Malbata Şenyaşar di peyama xwe de wiha dibêje “2022 bi zilmê derbas bû. Hêviya me ji sala 2023an re ma. Ya ku dewletê li ser piyan dihêle dadwerî ye. Bila sala 2023an bibe sala dadweriyê. Birînên ku xwîn jê diherikinbên bi bên girtin. înna lîllahî we înna îleyhî Racîun”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst