MSD: Divê gelê Sûriyê lihevkirinên li dijî xwe red bike

31-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Sûriya Demokratik (MSD) nêzîkbûna Enqere û Şamê red dike û dibêje divê gelê Sûriyê lihevkirinên li dijî xwe red bike.

Karvedanên ser civîna sêalî ya di navbera Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas de berdewam in û Encûmena Sûriya Demokratik jî di daxuyaniyekê de nêzîkbûna Enqere û Şamê red kir.

Encûmena Sûriya Demokratik civîna sêalî ya di navbera Sûriyê-Tirkiya û Rûsiya de, gumanên xwe eşkere kirin û daxwaz ji gelê Sûriyê kir ku lihevkirinên li dijî berjewendiya xwe red bikin.

Di daxuyaniya xwe Encûmena Sûriya Demokratik de dibêje: "Em bi çavekî tirs û bi guman li civîna di navbera wezîrên berevaniya Tirkiya û Sûriyê de ya bi navbeykariya Rûsiya dinêrin. Em bi tundî xwînrijandina sûriyan ji bo hilbijartinên AKPê û qurbaniya ji bo desthilata Şamê şermezar dikin.”

Encûmena Sûriya Demokratik daxwazê ji gelê Sûriyê dike ku lihevkirinên li dijî berjewendiyên xwe red bikin û nebin yên kesên din û divê xwîn û xewna wan nebin alavên bazirganiyê yên aliyên li pey berejwendiyên xwe ketine û dibêje: “Di vê rewşa hestyar ya ku projeya Sûriyê azad têde derbas dibe, divê em hevdû bigrin û nakokiyên xwe deynin aliyekî û em kar bo demkarasî û azadiyê bikin.”

MSD herwiha dibêje: “Em bang li sûriyên azadîxwaz dikin ku dema pêşeroja welat û xewna azadiya me li ber têkçûyînê be, divê hemû nakokî werin derbaskirin. Em wek MSD radigihînin ku mejî, dest û xaka me ji hemû sûriyên azadîxwaz re ye. Tu berjewendî û maf di ser berjewendî û mafê gelê Sûriyê re tune ye. Her wiha em bang dikin ku li hember vê hevalbendiyê bisekinin û hilweşînin. Divê hêzên şoreşger û muxalefet li dijî destpot û firoşkarên xwîna sûriyan bibin yek."

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskowa paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst