Qamişlo: Çalakvan diyariyên serêsalê didin zarokan

31-12-2021
RÛDAW
Hejmarek çalakvan ji bo dilxweşkirina zarokan li Qamişlo diyariyan didin zarokan.
Hejmarek çalakvan ji bo dilxweşkirina zarokan li Qamişlo diyariyan didin zarokan.
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Sersala 2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, grûpeke çalakvanên ciwan ên xwebexş bi helkefta Serêsala nû 2022an serdana taxên hejar kirin, û daku kêfê têxin dilên zarokan diyariyên serê salê li wan belav kirin.

Julia Kelo, çalakvana xwebexş dibêje, “Berî her tiştî em ji we re dibêjin sersala we pîrpz be, û sesala zarokên cîhanê û yên bakurê rojhilatê Sûriyê pîroz be, em wek komîteya zarokan û bi piştîvanî û hevahengiya Xaça Sor a Suryanî, em dixwazin bi vê helkeftê ligel zarokan bin, û em vê çalakiyê dikin daku kêf û xweşiyê têxin dilên zarokan, û em bi hêvî ne sala nû sala xêrê be bo zarokên cîhanê û yên bakurê rojhilatê Sûriyê, ji ber sala çû saleke tije krîz û zehmetî bû, û bi taybetî bo zarokan, em bi hêvî ne sala nû tije kêf û xweşî be bo zarokan. Zarok zêde kêfxweş dibin dema vê girîngîpêdanê dibînin, û bi vê helkeftê aheng bo wan tê gerandin.”

Grûpa çalakvanên xwebexiş maskên Papanuel, balon û sîwan li zarokan belav kirin, herwiha ligel zarokan ahenga xweşiyê bi helkefta serêsala nû gernadin.

Nisrîn Nieme jî yek ji çalakvanên xwebexş e û dibêje, “Çalakiya me vê sibehê destpê kir, me xwest ew zarokên ku rewşa wan xirab e, em wan dilxweş bikin, herwiha ew zarokên ku parsektiyê dikin û yên di nav zibil de digerin, ji ber ku rewşa wan gelekî xirab e. Danê piştî nîvro jî zarokên malbatên ku rewşa wan xirab e, me xwest ku piştî nîvro em serdana wan bikin.”

Li gor UNECIFê li nav Sûriyê bi giştî 5 milyon zarok pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye, ji wan 2 milyon û 600 hezar koçberin, 2 milyon û 400 hezar zarok jî jiber hejariyê naxwînin û kar dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst