Helbestvanê Kurd Yilmaz Odabaşi hat berdan (Hat nûkirin)

31-12-2020
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Odabaşi Helbestvanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu da zanîn ku helbestvanê Kurd Yilmaz Odabaşi hatiye berdan.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu li hejmara xwe ya Twitterê diyar kir ku helbestvan Yilmaz Odabaşi hatiye berdan.

Ew peyama Tanrikulu wiha ye, “Dostê min Yilmaz Odabaşi bîstek berî niha hat berdan. Ez bi wî re axivîm, tendirustiya wî baş e. Ew spasiya her kesên ku piştgiriya wî kirine dike. Ew ê nêrîn û çavdêriyên xwe bixwe parve bike.”

 

 

Helbestvanê Kurd Yilmaz Odabaşi duh, 30.12.2020, li Kocaeliyê dema ku li noterê bû ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û piştî dadgehîkirinê bo Girtîgeha Kandirayê hatibû şandin.

Yilmaz Odabaşi dema desteserkirina xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiribû û  got “Niha dema min kareke xwe li noterê pêk dianî, ez ji aliyê polîsan ve hatim desteser kirin û ez radestî polîsên sivîl kirim. Min dibin dadgehê.”

Li ser girtina Odabaşi parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu jî twîtek belav kiribû û gotibû, “Ez vê pêvajoya nehiqûqî ya dostê min Yilmiz Odabaşi dişopînim. Ji ber buyereke neqanûnî ya ku di 2017an de destpê kiribû de niha li Girtîgeha Kandirayêye. Ji bo di demeke kurt de bigihîje azadiya xwe em û parêzerên wî tiştên ku diveke ser milên me, em dikin.”

Yilmaz Odabaşi di 15ê Tebaxa 1961ê de li Amedê ji dayik bûye. Heta niha gelek çîrok, gotar û helbest nivîsandine wek Helbesêtên Bêwelat, Bilêta Dojehê….

Odabaşi herwiha gelek xelat wergirtine wek; Xelata kovara Temmuz 1987), Xelata Tayyad (1989) , Xelata Cahit Sıtkı Tarancı (1990) , Sendîkaya Petrol Iş (1992).

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst