Birayê Murat Karayilan hat girtin

31-12-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Riha PKK Murad Karayilan Bozan Karayilan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê berê yê Şaredariya Bîrecîkê û birayê yek ji damezrênerên PKKê Muart Karayilan, Bozan Karayilan bi tohmeta endamîtiya PKKê hat girtin.

Li gor zanyariyan, endamê HDPê yê Şaredariya Bîrecîkê yê berê, Bozan Karayilan 3 roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve li navçeya Bîrecîk a Rihayê hatibû desteserkirin.

Bozan Karayilan ku birayê Murat Karayilan ê ji damezrênerên PKKê ye, piştî lêpisîna cendirmeyan bo dadgehê hat şandin û dadgehê bi tohmeta endamîtiya rêxistinê, biryara girtina wî da.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê, Omer Ocalan di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de nûçe piştrats kir û ragihand, dadgehê di derheqê Bozan Karayilan de biryara girtinê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst