Serhildan bûne sedema yekdengiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê!

31-12-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Xwepêşandan HDK PJAK PDKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDKÎ, Komeleya Şoreşgeran, HDK û PJAK) bi daxuyaniyan piştgiriya xwe ji xwepêşandana gelên Îranê re ragihandin. HDKê bang li hêz û aliyên opozîsyona kurdî û îranî kir, ku li ser bingeheke hevbeş xwe ji bo qonaxa pêş amade bikin.


PDKÎ (HDKA) û Komele daxwaz ji welatan û rêxistinên navdewletî dikin piştgirî bidin xwepêşandanan


Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê derbarê xwepêşandanên gelên Îranê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

 

PDKÎ û Komeleya Şoreşger di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Sedema serke ya van nerazîbûnan qeyrana aborî û pirsgirêkên kifikîbûyî yên Îranê ne, ku desthilata stemkar û qeyran çêker bi dehan sal e diafirîne. Gel ji desthilata Îranê bêzar bûye û nerazîbûnên wan êdî destpê kiriye. Em ji bo nerazîtiyên xelkê daxwaza piştîvaniya navdewletî dikin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, xwepêşandan nîşana vê yekê ne, ku xelk ji sozên reformxwazên Îranê bê hêvî bûne û êdî nikarin pişta xwe bi baskên cuda yên nava desthilata Komara Îslamî ve girê bidin.

 

Herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê amaje dikin, ku destpêka xwepêşandanan li bajarên mezin ên Îranê çêbûne û ev yek jî nîşan didin ku hemû neteweyên li Îranê, bi hevre vê desthilatê naxwazin.

 

PDKÎ û Komeleya Şoreşger dibêjin: “Ji bo gihiştine dadperweriyê, gelê Kurdistanê jî piştgiriyê dida dengê azadîxwazî û xwepêşandanan.”

 

Hevdem daxwazê ji navendên biryarder ên cîhanî dikin, ku piştîvaniya xelkê Îranê bikin û daxwaza azadkirina zîndaniyên siyasî û girtiyên xwepêşandanan jî dikin.

 

PJAK: Hemû çalakiyên li dijî desthilata Îranê rewa ne

 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku hemû çalakiyên li dijî desthilata Îranê bêne encamdan rewa ne û ew piştevaniyê dikin.

 

PJAKê  di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku xwepêşandanan di serî de Kirmaşan û Meşhed, hemû bajarên Îranê belav bûn, xwediyê hêzeke mezin a guhertinê ne, dibe ku rêyeke nû bo demokratîkbûna hemû Îranê vekin.

 

PJAKê bang li gelê Kurd û hemû gelên Îranê jî kir da ku beşdarî tekoşînê bibin.

 

Di daxuyaniyê de behsa wê yekê jî tê kirin ku sedema vê berazîbûna gelê Îranê siyasî ye û tê destnîşankirin, ku heta çareseriyeke demokratîk çênebe ti pirsgirêkên Îranê çareser nabin.

 

HDK: Peyamên xwepêşandana giring in

 

Ji aliyê din ve, Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) jî derbarê xwepêşandanan de peyamek pêşkeşî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û herwiha navendên navdewletî yên piştgirî didin demokrasî û mafên mirovan dikin, hêz û rêxsitinên Kurdistan û Îranê kir û ragihand: “Xwepêşandanên niha yên gelê Îranê, ji aliyê dirûşm û berfirehiyê ve, j yên salên borî cudatir e.”

 

HDK banga piştgiriya navdewletî ji gelê Îranê re kir û got: Piştgiriyê bidin xelkê stemlêkirî yê Îranê bikin, ku bi destên vala lê bi îredeyekî bihêz, ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine kolanan, daxwaza demokrasî, azadî û mafên xwe yên rewa dikin.”

 

Di daxuyaniya xwe de HDK balê dikişe ser peyama xwepêşandanan û dide xuyakirin, ku çînên cuda yên gel beşdar dibin.

 

HDK balê dikişe ser wê yekê ku gelê Îranê ji aliyê debara jiyanî ve di rewşa herî xirab de dijîn û roj bi roj dabînkirina pêwîstiyên sereke yên jiyanê jî zehmetir dibe. Lewma ji bilî bilindkirina dengê xwe ti rêyeke din nemaye.   

 

Di daxuyaniya xwe de HDK dibêje, ku di bûdceya sala 2018ê de hikûmeta Rohanî para mezin dane artêş û navendên ser bi rehberiya olî û ji ber vê yekê jî pirsgirêk û rewşa jiyana xelkê hatiye piştguhxistin.

 

HDK diyar dike: “Di demekê de ku piraniya gelê Îranê ji destê hêjarî û nediyariyê dinalin, ti garantiyeke jiyana wan nîne û bi zehmetiyên mezin dikarin xerca xwendin û dermanên zarokên xwe dabîn bikin, her sal bi milyaran dolar dahata Îranê ji bo siyaset û bernemeya destwerdana rejîmên weke Sûriye, Lubnan û Yemenê tê xerckirin û vala diçe.”

 

Herwiha HDK balê dikişe ser gendeliya aborî û îdarî ya sîstema desthiladariya Îranê û dibêje: “Ev diyarde ne tenê yên demeke diyar ên Komara Îslamî ya Îranê ne, lê rastiya sirûşta vê rejîmê ne, ku bidawî nabin û çareser jî nabin.”

 

Di daxuyaniya xwe de HDKê helwesta Îranê ya li dijî xwepêşanderan jî bi tundî şermezar kir.

 

Sedemên destpêkirina nerazîbûnên xelkê Îranê çi ne?

 

Roja pênşema derbasbûyî (28-12-2017), niştecihên bajarê Meşhedê û çend bajarên din ên parêzgeha Xorasanê, li dijî gendelî, bê dadperwerî, giranî û bêkariyê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, hatin ba hev. Vê koma xelkê beriya niha li ser medyaya civakî propagandaya xwepêşandan dikirin û li dijî kabîneya Hesen Rûhanî nerazîbûna xwe nîşan didan.

 

Roja înê (29-12-2017) jî nerazîbûnên li dijî vê rewşê, herî kêm li 10 navendên parêzgehên Îranê û herdu bajarên Xuremabad û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê girtin û heta niha jî berdewam in. Li ser medyaya civakî çalakvanên sivîl daxwaz dikin, ku xwepêşandan berdewam bin.

 

Nerazîbûn çawa dest pê kir?

 

Dema ku Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cehangîrî serdana bajara Meşhedê kir, hin kesên ku bankên Îranê pereyên wan nikarin bidin, girseyeke nerazî pêk anîn. Lê polîs hewl da, ku girseyê belav bike. Ji ber vê yekê di navbera polîs û xwepêşanderan de tundî dest pê kir û li gor amarên fermî, 63 kes hatin desteserkirin.

 

Herdu tevgerên sereke yên Îranê diyar dikin, ku piştgirî didin daxwazên xelkê lê red dikin, ku li paş nerazîbûnan bibin. Reformxwazên ku piştgiriya hikûmetê dikin dibêjin, kesên ku xwepêşandanan dane destpêkirin, nikarin dawiya wê kontrol bikin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst