Xelkê Amedê: Referanduma serxwebûnê girîngtirîn bûyer bû

Amed (Rûdaw) – Welatiyên Bakurê Kurdistanê di derbasrê sersalê de dibêjin, ku sala 2017an, saleke zehmet û giran ji bo Kurdan bû.

 

Niştecihên Amedê ji Rûdawê re behsa di hundirê sala 2017an de tiştên xweş û ne xweş ên hatine serê wan kir.


Hinekan tenê xwastin qala serboriya xwe ya xweş hinekan jî xwastin qala tenê serboriya xwe ne xweş bikin. Hinekan jî qala herduyan jî kirin.


Hin welatiyên Amedê eşkere dikin, ku di sala 2017an de, giştpirsiya Başûrê Kurdistanê hêviyên Kurdan geş kirin û bi bûyera herî girîng ji bo Kurdan dan zanîn.


Niştecihên Amedê hêvî û daxwazên sala 2018an kir. Hinek daxwaza aramiyê, hinekan daxwaza aştî û azadiyê, hinekan jî hêvî û daxwaza kar û pere kir.


Herwiha welatî hêvî kirin, ku sala nû ji bo Kurdan saleke xweş û serkeftî be.


Nivîsîn: Aydin Bayram