Barzanî: Hêvîdarim 2014 destpêka vegera maf û axa gelê Kurd be

31-12-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta serê salê, hêvî xwest ku sala 2014an destpêka vegera rûmet, maf û axa gelê Kurd be.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de sala nû ya zayînê li hemwelatî û hemû aliyên siyasî û Xristiyanên Kurdistan û Iraqê pîroz kir.

Barzanî di peyama xwe de wiha got “Hêvîdarim sala 2014an li welatê me bibe sala bihêzkirina bingehên aştî, pêkvejiyan û lêborînê û bibe sala geşbûna aborî û xizmetguzariyên zêdetir a xelkê û aramiya li Herêma Kurdistanê”.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî bi bîr xist û daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir di avakirina hikûmetê de xizmetkirina hemwelatiyan û berjewendiya neteweyî li pêiya hemû programekê bixin.

Barzanî sala nû ya zayînê li hemû perçeyên din ên Kurdistanê û revenda Kurdî li welatên derve pîroz kir û got “Hêvîdarim di sala 2014an de ku hevdeme ligel 500 sedsaliya şerê Çaldiran û perçekirina axa Kurdistanê, destpêka vegera rûmet, maf û axê bê ji bo gelê Kurd, û doza rewa ya gelê me pêşketinên zêdetir bi xwe ve bibînê”.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê got “Hêvîdarim êş û janên xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bên û gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bi mafên xwe şad bibe”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst