Li çewlîga mirîşkan teqîn: Kesek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê li çewlîgeke mirîşkan qazana kalorîferê teqiya û di encamê de kesek mir.
Li gundê Alacayê ya navenda Xarpêtê qazana kalorîferê ya çewlîgeke mirîşkan ji ber sedemeke nediyar teqiya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînan kesekî 29 salî yê ku li wê derê dixebitî di teqînê de miriye.
Tîman termê wî kesî ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.