Li çewlîga mirîşkan teqîn: Kesek mir

31-10-2024
RÛDAW
Nîşan Xartpêt Teqîn Çewlîga Mirîşkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê li çewlîgeke mirîşkan qazana kalorîferê teqiya û di encamê de kesek mir.

Li gundê Alacayê ya navenda Xarpêtê qazana kalorîferê ya çewlîgeke mirîşkan ji ber sedemeke nediyar teqiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînan kesekî 29 salî yê ku li wê derê dixebitî di teqînê de miriye.

Tîman termê wî kesî ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst