Serok Barzanî: Em hêvî dikin kes li ber pêvajoya aştiyê nabe asteng
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, “Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng.”
Li Hewlêrê Kongreya Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî kongreyê bû û mijarên li rojevê nirxandin.
Serok Barzanî da zanîn ku hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî aram û bêpirsgirêk hatine kirin û xwe lê berda:
“Hilbijartin hat kirin û encam hatin ragihandin û dema wê hatiye ku hemû alî diyalogê deynin.
Lê ya ji hemûyan girîngtir ev e hikûmeta bê li ser hîmê 'Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan' ava bibe.”
Serok Barzanî got, “Dema wê hatiye ku li ser planên stratejîk bê fikirîn” û amaje bi girîngiya sektorên tenduristî, perwerde, çandinî û turîzmê kir.
“Em hêvî dikin ku bi ser bikeve”
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de rûdanên dawiyê yên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” bi bîr anîn û got:
“Ji me re cihê dilxweşiyê ye ku me bihîstiye vê dawiyê li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê înîsiyativek heye.
Em hêvî dikin ku bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng.
Her kes dikare biaxive lê ya girîng kirin e.”
Serok Mesûd Barzanî got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 31, 2024
🎙️ Divê hikûmet li ser hîmê 'Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan' ava bibe pic.twitter.com/TzFznb8All