Li Qers û Erdexanê sermayeke dijwar heye: Germahî daket bin sifirê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê sir û serma bandoreke nebaş li ser jiyana rojane ya xelkê dike.

Li navçeya Sarîqamîşê ya Qersê bi şev germahiya hewayê daket heta bi bin sifirê bi 6 pileyan.

Camên wesayîtan qeşa girt û li ser nebatan qeşa çêbû.

Hinek kesan betanî avêtin ser wesayîtên xwe da ku wan ji sermayê biparêzin.

Li Erdexanê jî ji ber hewaya sar qeşa û cemed çêbû.

Camên wesayîtên ku li derve hatine parkkirin qeşa girt.

Hinek kesan jî branda û pîne avêtin ser wesayîtên xwe da ku wan ji sermayê biparêzin.