Nav û deng ê Rihayê ye lê ji Rihayê ti tişt nîne: 'Tenê 4-5 kes hatine'

Enqere (Rûdaw) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê “Festîvala Berhemên Rihayê” hat lidarxistin lê ji bajarê Rihayê bes 4-5 firoşkar beşdar bûn.

Salane gelek caran festîvalên danasîna çand û xwarin û dîroka bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê têne lidarxistin.

Armanca wan festîvalan danasîn e û dixwazin balê bikişînin ser berhemên taybet ên wan bajaran û bazara wan germ bikin. 

Gelek caran jî tenê navê wan bajaran tê bikaranîn.

Nimûneya vê yekê jî festîvala bajarê Rihayê ye ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hat lidarxistin.

Festîval bi navê Rihayê hat lidarxistin lê tenê 6 firoşkar ji Rihayê beşdar bûne.

Li kêleka qada ahengê nêzîkî 120 dikanên seyar hatine danîn û berhemên cur bi cur têne firotin lê gelek kêm ji wan firoşkar û berheman ên Rihayê ne.

“Ji Rihayê bes em 4-5 kes hatine”

Firoşkarê Rihayî Mehmet Şaher li ser festîvalê got:

"Pêwîst e zêdetir xelkê Rihayê beşdar bûya lê di vê fuarê de 4-5 kes hatine.

Yên ku ji Rihayê hatine em tenê 4 yan 5 kes in. Yên din hemû ji derve hatine, ji Yozgatê hatine û dibêjin em ji Rihayê ne. Lazim e wisa nebe."

“Em ji Wanê hatin”

Firoşkarê bi navê Abdullah Cîntan jî ji Wanê hatiye û tevlî festîvalê bûye û li ser festîvalê da zanîn:

“Em ji Wanê hatine, em 2 hezar kîlometreyan ji bo rojên Rihayê hatine.

Me penîrê bi sîrik aniye.

Me penîrê nav avê û penîrê kezî û penîrê bizinan aniye.

Me nanê Wanê aniye, me hemû berhemên Wanê anîne.“

Festival bi navê Rihayê hatiye lidarxistin lê ji ber xercên zêde di nava koma 120 firoşkaran da tenê 6 kes ji Rihayê hatine.

Yek ji wan firoşkaran diyar kir ku "berhemên min ne yên Rihayê ne lê ez bi eslê xwe ji Rihayê me" li qada Festîvala Rihayê ji bilî Rihayê her tişt heye.

“Em neçar in xelkê din jî bikin mêvan”

Yek ji organîzetorên festîvalê Ramazan Arslan jî li ser nehatina esnafên Rihayê got:

“Ji ber ku ji Rihayê kes nehat yan gelek kêm kes hatin wiha bû.

Eger kesên ji bajarên din jî neyên li vir festîval nayê kirin.

Bi 20 kesan em nikarin festîvalekê bikin. Em mecbûr in ku ji bajarên din jî mêvanan qebûl bikin.”

Firoşkarê bi navê Enes Dogru bi ez eslê xwe ji navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ye.

Enes Dogru berhemên bajarê Manîsayê anîne festîvalê.

Li gorî amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê bajar salane derdora 350 milyon dolaran berhemên xwemalî hinarde dike.

Di nava wan berheman de fistiq di rêza yekem de ye û salane zêdetirî 100 hezar ton fistiq ji Rihayê tên hinardekirin.