Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê tekez dikin ku divê mafên Kurdan û zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn a nû ya Tirkiyeyê de werin bicihkirin.
Li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e behsa nivîsandina destûreke nû ya sivîl di rojevê de ye û piraniya partiyên siyasî nêrîna xwe eşkere dikin.
Gotûbêja herî zêde jî li ser 4 xalên destpêka Destûrê ye û piraniya aliyên siyasî naxwazin ew her 4 made werin guhertin.
AK Partî, MHP û CHP di asta herî bilind de qala nivîsandina destûreke nû dikin.
Rojeva partiyên Kurdan jî nivîsandina destûreke nû û mafên Kurdan e.
Li gorî birêvebirên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) êdî bi pînekirinê nabe û divê ev destûr were betalkirin û destûreke nû were nivîsandin.
“Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê”
Endamê Meclisa Partiyê ya HAK-PARê Henîfî Eren got:
“Li ser esasê federasyonê divê destûrek were çêkirin û zimanê Kurdî wekî zimanê fermî were naskirin.
Kurd divê wekî netewe werin naskirin. Zimanê Kurdî ji dibistana destpêkê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.”
Partiyên Kurdan li ser mijara mafên zimanê Kurdî û azadiya derbirînê nêzîkî hev difikirin.
DEM Partî jî dixwaze perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûra nû de cih bigire û zimanê Kurdî bibe xwedî statu.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li ser rewşa zimên da zanîn:
“Eger di destûra nû de Komara Tirkiyeyê hebûna miletê Kurd qebûl bike, dê ji dibistana yekem heta zanîngehê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî ku ev girîng e.”
Di qada siyasî ya Tirkiyeyê de 9 partiyên Kurdan hene.
Çavên gelek kesan derbarê Destûra nû de li daxwaza hevpar a Kurdan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse