Keçeke Kurd a Êzidî li Efrînê hatiye girtin: Çarenivîsa wê ne diyar e

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Keça Kurd a Êzidî Sultane Semîr Ebdo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke Kurd a Êzidî ji aliyê polîsên serbazî ve hetiye girtin û çarenivîsa wê ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê ragihand ku polîsên leşkerî li Efrînê keçeke Kurd a Êzidî ya bi navê Sultane Semîr Ebdo girtine.

Sultane Semîr Ebdo ya 25 salî ku koçberî Helebê bûbû, meh û nîvek berê vegeriyaye mala xwe ya li Efrînê.

Piştî ku Sultane Semîr Ebdoyê vegeriya mala xwe bêyî ku ti hincet nîşan bidin ji aliyê polîsên leşkerî ve hatiye girtin.

Sultane Semîr Ebdo ji gundê Bafilyonê yê bi nahiyeya Şeranê ya Efrînê ye.

Piştî ku dê û bavê wê koça dawî dikin û birayê wê jî çûye Ewropayê, neçar maye ji Helebê vegere Efrînê.

Keça Kurd a Êzidî xwestiye ji Efrîne here Ewropayê cem birayê xwe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku keça Kurd a Êzidî ji aliyê polîsên leşkerî yên Efrînê ve hatiye girtin û heta niha jî çarenivîsa wê ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst