Li Amedê divê 2 hezar avahî bêne herifandin

31-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê 5 hezar xaniyan ji ber erdhejê ziyan dîtibûn
Li Amedê 5 hezar xaniyan ji ber erdhejê ziyan dîtibûn
Nîşan Amed Erdhej Avahî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di erdheja 6ê sibatê de li Amedê 5 hezar û 465 avahiyan xisareke mezin dîtin û ew avahî bi temamî hatin valakirin.

Ev çend meh in ku ji aliyê Wezareta Bajêrvaniyê ya Tirkiyeyê ve xirakirina avahiyan berdewam dike.

Heta niha ji 3 hezarî zêdetir avahiyên ku xisareke mezin dîtine hatine xirakirin lê hin jî bi qasî 2 hezar avahiyên ku divê bêne xirakirin hîn jî destê xwe nedanê.

Xelk ditirse  avahî bi ser wan de bêne xwarê.

Der û cîran, rûniştvanên ku li dora wan avahiyan dimînin ditirsin ku ew avahî bi ser wan de bêne xwarê.

Ji ber vê yekê dixwazin rojek berî rojekî ev avahî bi kontrol bêne hilweşandin.

Çimkî xelk ji ber tirs û xofa ku daye ser dilê wan, nikarin razên û xewên şevan li wan herimiye.

Li hin cihan xirbe û kavilên avahiyên ku hatine hilweşandin têne rakirin.

“Metirsiyeke mezin heye”

Welatî Omer Kizil diyar kir ku ew dixwazin rojek pêş de ew avahî bûn xirakirin û got:

“Em dixwazin em jê xilas bibin. Zarokên me her roj di ber re derbas dikin, rûniştvanên taxê diçin û tên, ser wan de dikare hilweşe. Talûkeyeke mezin e.”

Welatî Cuma Temel jî got:

“Erdhej bû lê hêj em li avahiya xwe ne. Avahiya li teniştê xisareke mezin dîtiye. Em pêşî derketin çûn lê paşê me lê nihêrt çare nîne, kirê buha ne, em dîsa hatin ketin xaniyê xwe.”

“Bi rastî jî em ditirsin”

Welatî Seyfedîn Demîrkiran jî got, “Bila derhal bên vê avahiyê ji vir rakin. Bi rastî jî em ditirsin. Mirov qet nizane, te hew dît hat bi ser me de kete xwarê.”

Li aliyekî kesên ku ditirsin ev avahiyên bi xisar di ser wan de hilweşe û li aliyekî din jî kesên ku ji neçarî xwe li ber bermahiyên erdhejzedeyan xweş kirine.

Nazîme Çakmak ji bo ku 3 zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêze, dolabên mitbexan û textên razanê derdixe ji wan avahiyên bi xisar ku mirin ji wan dibare derdixe.

Ew van textikan dişkêne, qet dike û amadekariya zivistanê dike.

Welatî Nazîme Çakmakê ji Rûdawê re wiha got:

“Kardolabiyên şikandî ne me tev ji xwe re top kirine. Me ji bo şewatê top kirine. Diya min extiyar e, zarok di stûyê min de ne.

Em mecbûr in ji xwe re bavêjin sobê. Xaniyê me kirê ne, mecbûr em ji xwe re pê îdareya xwe dikin.”

Li gorî ku Wezareta Bajêrvaniyê ya Tirkiyeyê daye pêşiya xwe divê heta serê salê hemû avahiyên ku xisareke mezin dîtine bi awayekî bi kontrol bêne xirakirin.

Piştî ku ev pêvajoya xirakirinê qediya îcar dê şûna wan avahiyên xirakirî çi bê danîn û çawa li welatiyan bê dabeşkirin dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst