HPG: Du fermandarên me canê xwe ji dest dan

31-10-2022
RÛDAW
Nîşan PKK HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPG, baskê çekdarî yê PKKê nasnameya du fermandarên xwe aşkere kir ku di demên bihorî de li Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) îro di daxuyaniyekê de ragihand, du fermandarên wan di 24ê Gulana îsal li sînorê parêzgeha Osmaniye ya Tirkiyê di şerekî dijî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

HPGê daye xuyakirin, ku her du fermandarên wan di 24ê Gulana 2022an de li herêma Amanosê li nêzîkî gundê Kullu yê navenda Osmaniyeyê de canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de, HPGê nasnameya wan fermandarên xwe wiha aşkere kiriye; "Hekîm Bedrî" bi nasnavê "Egîd Rojhilat" ji devera Kotol a Rojhilatê Kurdistanê û "Beraat Boztemîr" bi nasnavê "Armanc Nesîmî" ji Semsûr a Bakurê Kurdistanê.

Hekîm Bedrî sala 1996an û Beraat Boztemîr di sala 2005an de tevli refên HPGê bûne.

HPGê destnîşan kiriye, her du fermandarên wan berê li gelek deverên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê di nav refên wan de di erk de bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst